Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Biryara tevgera Kurdî sûriyê li ba kê ye?

Zanistê cûmê*

Tevgera Kurdî li sûriyê, ji kevin de, di pir asteng û delavan re derbas bûye û hîn jî berdewam e. Ji destpêka demezirandina partiya yekemîn ve li sûryê ta salên 80yî, tevgera Kurdî di navbera çep û rast de dihate dabeşkirin. Piraniyê wan, hevdu tewanbar dikirin, ku filan partî ji yê din pirtir bi ser riya sosyalîst û markisiyê de ye ji yên din pirtir yan kêmitir e. Piştî derbasbûna P k k û avakirina partiya PYD li sûriyê, hîdî hêdî heyameke nû hate meydanê. Berjewendiya hin partiyan bi PYD ve û hinan bi ENKS ve hate girêdan, û hinan jî xwestin ku xwe bi xweseriyê bidin naskirin, ku kanibin kesayetiya siyasî ya Kurdî sûrî bête naskirin,  lê mixabin,  bi zelalî tevgera Kurdî sûrî serûber wek dûvçilik hatibû naskirin.

Bi teybat ev partiyên serbixwe bêtir di salên 90an de, piştî yekbûna sê partiyan û avakirina partiya (Yekîtî), hat naskirin, bû ciyê balkêşiyê û camawerekî berfereh ji nivîskar, rewşenbîr, xwendekar û xwedî bawernameyên bilind, cîh di nav de girtin, û digel rêzgirtinê ji hemû birayan re, ew bawerbûn ku divê biryara tevgera Kurdî sûrî li Qamişlo, Efrîn û Kobaniyê be , ne li Amed, Erbîl, û Mihabadê be.

Partiya Yekîtî, wek hatî naskirin, xwedî helwesta ku biryara tevgera Kurdî li sûriyê divê di destên wê de be, ji ber wê yekê, belkî win tev dizanin avakirina Encûmena Kurdî di riya duhok 1-2 û Erbîl rola partiya Yekîtî ciyê balkêşiyê bû, lê mixabin, dîsa bi ser neket. Rola dewleta Turkiyê di hilweşîna encûmenê de xuya û zelal bû, bi birayarek ne zelal û durist bê lêkolîn partiya Yekîtî ji encûmenê hat bidûrxistin.

Baweriya min, ta rojên îro, li cî ye ku partiya Yekîtî dixwaze serxwebûna biryara siyasî Kurdî were parastin, ew biryar rast e û divê berdewam be. Lê mixabin ji salên 90an de ta rojên îro, me nikaribû ev siyaseta dadmend û rast, fereh bikira yan hevbendiyek ji çend partiyan ava bikira, ku ev xeta siyemîn wek tê binavkirin nemirê û ji nûve şiqin bide.

Piştî evqas sal, mirov digihe bawerîkê ku ev heyam û guhartinên di rojhelata navîn de peyda bûne, divê em jî wek partî piştî şêwir û danûstandinek fereh li xwe vegerin. Ji xwe û hevalên xwe bipirsin derd û derman çi ye?

1     -Lêvegerek rexneyî bi berpirsiyarî.

2     -Dem dema komcivînên gelêrî, şêweyê siyasî ye, ne yê tekan e û ezeziyê ye.

3     -Divê zelalî di armanc, siyaset, û têkilî bi tevgera Kurdistanî re hebe.

4     -komît û dezgehên partî bên nûjenkirin da ku em bighin rastiyê.

Ji ber van sedemên jorîn û hin din jî, ta roja îro, em di navbera pirojeya Berezanî û Ocelanî de, windayî mane. Ji salên 90an ta roja îro, derdora 30 salî borî ye, ta niha ev pirojeya yekrêziya tevgera Kurdî di bin siya serxwebûna biryara siyasî Kurdî de, bi ser neket, û ez di wê baweriyê de me ku heger wiha here, tu carî bi ser nakeve, ji ber ku berjewandiya çi mirov û çi jî yên partiyan be, di ser mafê gelê Kurd re tê girtin.

Vêca ji me tevan tê xwastin bi sîngegek fereh û mêjiyekî vekirî em li xwe vegerin, çima partiya me herdem bûye qurbana partî û tevgera Kurdî. Ji endamê perlementê sûriyê de, birêz Fuad Elîko de bigere, ta birêz Ehmed Silêman di konfirasa 26ê nîsanê de, em xwe dikin qurban ji bo ku doza xweseriyê biryara tevgera Kurdî sûrî bi serkeve. Lê mixabin, li dawiya dawî, em bi tek û tenê dimînin û em hîn berdewam in. Ez bawerim girêk û derdek heye, vêca derman çi ye?

———

* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button