Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

69 SAL, Ji temenê tevgerê, Serkeftin… Likumandin û têkçûn!

Desteya sernivîser*

Di dîroka gelê Kurd li Sûriyê de, Roja 14.06.1957-an, rojeke bi nîşan û dîrokî ye. Di wê roja pîroz de,  li bajarê Helebê, û li mala xebatkarê Kurd Mihemed Elî Xoce, civînek lidar ket, û biryara damezirandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Sûriyê hate wergirtin. Beşdarên wê civînê jî ev bûn:

Osman Sebrî- Mihemed Elî Xoce, Reşîd Hemo- Şewket Nesan – Ebdulhemîd Derwîş û Hemze Nuwêran, Xelîl Mihemed Ebdella bûn.

Ji ber zor û sitema detshilata şoven li dijî hebûna miletê Kurd li Sûriyê, pêwistiyek bi rêxistineke rêzanî ya Kurdî hebûye, da ku ew rêxistin hêz û xebata Kurdan komserhev bike û berevaniyê di ber hebûn û mafên wî yên netewî de bike, ziman, çand û kultûra wî biparêze.

Li ber vedenga damezirandina Partiyê li ser destê xebatkar û çalakvanên Kurd, bi hezaran keç û xortên Kurd ên welatparêz û dilgerm li Efrîn, Kobaniyê, Cizîrê, Heleb û Şamê, Partiya xwe hembêz kirin û bê dudilî ew tevlî rêzên wê bûne.

Di demeke kurt de, rêxistina nûhatî li deverên Kurdî li Sûriyê geş bûye, û dest bi belavkirina ramana netewî kiriye, rê li pêş guhdana Ziman û Çanda Kurdî dûz kiriye, evîna Kurdîtî û welatparêziyê di dilê miletê Kurd li Sûriyê de gur û bilind kiriye. Ji ber vê hindê jî, berpirsên qafteng û har ên desthilatê, bi armanca çavtirsandina gelê Kurd da ku her dîl û jar bimîne, dest bi girtina serkirdayetiya Partiyê kirin, û ew di girtîgehên Heleb û Mezê de zîndan kirin, û her kesên ku dîroka vê tevgerê şopandibe, vê rastiyê dizane.

Di vê bîranîna pîroz de, em naxwazin hûrgiliyên dîroka vê tevgerê bixepêrin, yan tenê em kêmasî û şaşiyên wê berçav bikin û raxînin, û xalên erênî bincil bikin, veşêrin, tenê em xalên reş berçav bikin û gunehên rêvebirên wê giran bikin. Herwiha, nabe ku em hemû partiyên Kurdî, çi yên berî 2011-an û çi yên piştî wê hatine çêkirin bi yek gunehî tewanbar bikin. Pêwist e, di nirxandina xwe de em dadmend bin, xwedî guneh û şaşiyên giran binav bikin, gunehê wî destnîşan bikin.

Lê, reşkirina dîroka tevgera Kurdî – digel hemû kêmasiyên wê – rajeya doza Kurdî li Sûriyê nake! Çimko doza me ye dadmend, bê hebûna tevgereke siyasî xwedî rol û bandor, serkeftinê nabîne. Ji ber vê hindê ye, neyarên doza me hay ji vê yekê hene, dixebitin ku her vê tevgerê rûreş û riswa bikin, dîwaran di navbera wê û gel de ava bikin, wê ji xwediyên wê dûr bikin. Lê, ev nayê wê wateyê ku rexne li partiyên vê tevgerê nebin, çimko, rexne, ji bo rastkirina siyaseta tevgerê, şêwe û alava herî giring û kêrhatî ye.

Ji keç û lawên me tê xwestin îro ji diho bêtir ku careke din ew xwe li dora tevgera xwe ya siyasî bidin hev, wê ji kêmasî û şaşiyan bişon, armancên pîroz biparêzin û dost û neyaran ji hev cuda bikin, û bila em hemû zanibin ku partiyên me, ji bo dozeke mezin, a ku navê wê doza gelê Kurd e, hatine damezrandin, ne partiyên kesan e, digel rêz û rûmetê ji hemû xebatkarên dilsoz re. Ango, bi kurtî mirov dikare bibêje, di naveroka xwe de, doza gelê Kurd ji hemû kesan mestir e.

Li dawiyê, dilsozî ji hemû pakrewan û pêşengên vê tevgerê re ew e ku Partiyên me yên sereke kongireke fireh lidar xin, hemû aliyên siyasî lê beşdar bin û lêvegereke Kurdî Sûrî ava bikin, da ku ew lêveger, nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê bike, xwedî biryar be û berevaniyê di ber mafên wî yên rewa di aştî, azadî û wekheviyê de bike.

* Rojnama Newroz – hejmar /161/ – 16 Tîrmeh 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button