
Her sal, di 15ê meha Gulanê de, miletê Kurd hem li Sûriyê hem jî li tevata cîhanê, Roja Zimanê Kurdî bibîr tîne, çimkî ew bûye nîşana nasnameya miletê Kurd ya neteweyî, çandî, folklor û bîrdanka miletekî ku demeke dûr û dirêj de rastî bidûrxistin, tunekirin û tepeserkirinê htiye.
Bi dehan sal derbasbûne ku miletê Kurd li Sûriyê tûşî zordariyeke dîrokî ye pilanpêdayî tê, nemaza di bin siha rejîma El-Be’is de. Herwiha vê rejîmê bi pîlanên xwe yên siyasî û şoven hebûna miletê Kurd ya neteweyî û çandî, bi tabet jî zimanê Kurdî, kiribûn armanc; wiha jî wê perwerdekirin û danûstandınên fermî bi Kurdî, dibîstan damezirandina saziyan û tomarkirina navên gundan bi zimanê Kurdî, qedexe kiribûn. ne tenê ev, lêbelê hemî çalakiyên çandî, wêjeyî û hunerî ku nasnameya neteweyî ya Kurdî asteng dikirin da ku hebûna netewa Kurd ku li ser xaka xwe ye dîrokî ye resen dijîn, tune bike.
Piştî rûxandina rejîma Be’is, çendî şêweyên awa û şêweyên tepeserkirinê têk bin jî, lê ew hişmendîya xweperestiyê ta niha jî dimîne; digel derxistina fermana serokatiyê, ya ku danpêdana bi piralî û pirçand li welêt, zimanê Kurdî û mafên çandî û netewî yên miletê Kurd ta îro roj jî têne astengkirin; lê belê,cîbicîkirina wê di asteke pir teng de ye û hîn jî êş û azarên miletê Kurd berdewam in.
Berevajî vê yekê, ezmûnên salên borî girîngiya danpêdana bi mafên netewa kurd derbarê zimên û çandê de baş dane xuyakirin, û gudaneke taybet dane zimanê Kurdî di rêya peyakirina zimanê Kurdî di perwekirinê de, vekirina sazî nevendên çandî û pişgiriya berhemdariya wêjeyî û hunerî bi zimanê dayîk. Vê yekê hebûn û vejandina zimanê Kurdî di jiyana giştiyane ya rojane de weku mafekî bingehîn e xwezayî çi yê xelkê û çi merovana tê çespandin.
Bi vê boneyê, em tekez dikin ku parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ne pirseke çandî tenê ye, lêbelê ew hebûn, nasname û rûmetdariyeke niştimanî ye. Lewma em danpêdana fermî û destûrî bi zimanê Kurdî û mafê fêrkirina wî weke zimanê netewa duyem di Sûriya demukrat e piralî ye nenavendî de ku li ser bingeha dadmendî, wekhevî û hevpişkiya rasteqîn di nav hemî pêkhateyan de, dixwazin.
Rûmetdarî ji bo zimanê Kurdî
Azadî û rûmet ji bo miletê Kurd
Nivîsgeha ragihandinê ya navendî ya Partiya Demukrat a Pêşverû li Sûriyê
Komîteya çand û Ragihandin ya Partiya Yekîtî ya Demukrat a Kurd li Sûriyê
Qamişlo: 14. 5. 2026z