Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Bi Rûkî Berken!

Melek Murad*

Ev e deh (10) sal borîn ku em ji cîh û warên xwe pekiyane, ji xak û welat bi dûr ketin. Her tuşt li şûn me dima.

Tenê bîranîn, sirûşt û dîmenên Çiyayê Kurmênc, tax û kolanên Heleba mîran û rûdawên xemgîniyê li ser rûyê dayika min a çi şêrîn û xweşik di cerg û hinavên dil de cî girtibûn! Bêguman, ew serpêhatiyên Sûriya me serûber ji kuştin, lêdan, êş, jan û hawara herêmên me Kurdan wek: Dagirkeriya Efrîna rengîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê. Qamşloka evînê, ew tev di hiş û ramanan de wek kul û birînên kûr pal vedidan. Lewre jî, jiyan bi gavên giran-giran li vê biyanistanê dibore. Hêvî û xewnên min jî, li benda welatekî azad û serbixwe dimînin!

Tenê pêjin û şîretên dayika min hêz didane min, dema wê digot: «Keça min pêwîst e mirov di rojên reş û dijwar de bi hêz be û li ser hişê xwe bimîne û wê bi tu hawî winda neke taku karibe li xwe û malbata xwe xwedî derkeve, pir erkan û stobariyan karibe hilgire.

Wisan jî, vaye çend sal in, em li dewleta Almaniya (Deutschland) li herêmeke seyrangeh û xweşik cîwar bûne, şaxek ji çemê Rheinê li vê   herêmê di navbera du gulîstanan re diherike û li seranserî kenarên vî çemî şaredariyê gelek kursî rêzkirne û danîne, daku xelkê vê taxê li ber ava çem rûnin û xwe bidin ber tîrîjên tavikê!

Ez jî mîna xelkê vê taxê car caran diçûm û rûdinştim, bi xewn û xeyalên xwe re mijûl dibûm. Herweha, ji berî çend rojan weke hin caran, dîsan ez diçûm ber çem û pêrgî pîrejineke Alman dihatim. Ew bi tena xwe rûniştî bû, piştî min silav lê dikir û destûr jê dixwest, ku li danişta wê rûnêm, wê bi rûkî berkenî ji min dipirsî û digot: Gelo tu xelkê kîjan welatî yî? Min jî bi rûkî berkenî weke wê dikir, û bersiva wê weha dida: «Ez ji Kurdên Sûriyê me, me çi û çiqas mixabin ji şer û cengên Sûriyê bazda û bi vî welatî ketin. We jî, helbet weke Almaniya federal bi comerdî derî û dergehên jiyanê ji me re vekirin, bi sedhezaran yên mîna me pejirandin. Wê lomê, em deyndarê we ne!»

Almanya çi xweş e, Dewletek demokrat, şaristan û zagonparêz e. Tê de mafê herkesî, nemaze mafên zariyan jinê ji berî her tuştî û di ser her tuştî re parastî ye.  Ango, Almanya wek bihuşteke renga-reng û bi we hatiye xemlandin. Wê bi keserên kûr bersiv dida û digot: «Belê tu rast dibêjî, lê hema me jî gelek êş li encama şer û cengan dîtin û welatê me pir caran tarûmar bû û hate kavilkirin! Piştî şerê cîhanê yê duwem her tuşt hat guhertin û sîstemek nû bi holê ket. Ew bi xêra dilêrî û keda jina Alman bû. Wisan jî, rola jinê roleke sereke û balkêş bû. Me paşê bi derengî hinohino li ser riya wekhevî di maf û erkan de li pêş zagonê Welat ava dibû» û wê berdewam dikir û digot: Mixabin Polîtîk e. Em jî bêgûman weke we, li wê dibîsin – guhdardikin ku, li welatê we dîktetor Esed hate rûxwedin sîstemeke nih li Sûriya wê ava bibe. Gelo berê we li vegerê ye lê?

xwendevanên gotara me, hûn çi dibêjin? Bi ya me be, li gora bergehên têla saza dilê me, na na û disan na. Bi tu hawî û çawa mirov wê bikaribe, bêgûman yê nikaribe zariyên xwe yên nesax û nexweş bi yên xelkê yên xweş biguhêre. Weha jî, nayê ber dilê tu kesî ku, lat û zinar, deşt û zeviyên welatê me yê kavilkirî bi van buhiştan biguhêre.

———–

* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button