
Piştî berxwedana 3 salan bi nexweşiya penceşêra malwêran re, li Stokholmê, paytexta Swêdê, roja Sêşemê 10.03.2026-an, helbestvanê Kurd ê navdar ku bi navê Şêxê helbesta Kurdî ya nûjen hatibû naskirin Ehmed Huseynî çavên xwe girtin û xatir ji dinya me ya gewrik xwestin, bi gewdê xwe çû lê bi rewan, bawerî û hêviyên xwe, di dilê gelê xwe de her dê bimîne.
Ehmedê gorbihuşt, sala 1955-an li bajarê Amûdê yekemîn car çavên xwe vekirine, ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navendî û bekelorya li dibistanên Amûdê bidawî kiriye, û paşê, ji Zanîngeha Şamê, bawernameya Felsefeyê wergirtiye.
Sala 1989-an, berê xwe dide Swêdê, li wir niştecî dibe û bi giranî derd û keserên penaberiyê dikşîne.
Ew yek ji damezrênerên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê bû ku sala 2004-an li Ewropayê kongreya xwe ya pêşîn lidar xist. Li sala 2016-an, piştî kongerya HRRK li Qamilo hate lidarxistin, Ehemed Huseynî vegeriya welêt û ji bo pêşvebirina ziman û wêjeya Kurdî bi çalakiyên wêjeyê rabûye.
Hin ji berhemên wî yên çapkirî:
- Mistek ji şîna bêcir. Stokholm 1990.
- Bi xewna we, pênûsê dilorînim. Stokholm 1993.
- Rono û sirûdên bêrîkirinê. Stokholm 1994.
- Sirsirkên hesinî. Wergera pirtûka Selîm Berekat. Stokholm 1997.
- Dîwan (Al Amal Al Kamilê). Istanbol 2002.
- Çend dîmenên xemgîn ên kurmanciya nivîskî. Aram 2004.
Gelek destnivîsên wî yên piştî 2015-an nehatine çapkirin.
Bi vê bûneya reş, Komîteya Çand û Ragihandinê ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, birûskeke sersaxiyê di şîna wî li Qamilo de pêşkêş kir û ji bal kek Newafê Bişar ve hate xwendin. ev e li jêr deqa wê ye:
Beşdarên birêz, bi dilekî tev derd, êş û kovan me nûçeya reş a koçkirina helbestvanê Kurd ê navdar EHMED HYSEYNÎ li derbederiyê bihîst.
Ehmed Huseynî, yek ji stûnên sereke ên helbest û wêjeya Kurdî li Sûriyê bû, mirovekî dilsoz, xwedî deng û hilwest bû.
Mirovên mîna wî zindî ne.
Bila serê malbat û gelê Kurd sax be!
Komîta Çand û Ragihandinê Ya
Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li sûriyê.
11.03.2026 Z
———–
* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.