
Piştî heşt salan ji koçberî, derbiderî û şerpezekirinê li çend cih û deverên koçberiyê û jiyana dijwar û aloz ji aliyên derûnî, civakî, aborî, tenduristî û hwd, karwanê dudiyan ji koçberên Efrînê vegerîn.
Em bi gotinan dibêjin heşt sal! Lê li ba Efrîniyan heştê sal in, heştsed sal in, her rojek dûrî Efînê derbas dikirin, mirin bi xwe bû, wek tê gotin yê ku kotekan dixwe û yê dijmêre ne wek hev in û zikê têr haje yê birçî tun ye.
Çiqas bi me ev rewş dijwar û tehl be, lê li ba kesên ku ew rewş ji êş, jan û azaran kişandine û derbas kirine tucarî ji bîr nabe, bi gotinan têr nabe û ew bi gotarekê nayê salixdan û têrkirin.
Belê, piştî heşt salan ji jiyana kampax, bi êş, jan û azar karwanê dudiyê ji koçberên Efrînê vegeriya cihê bav û kalan, vegerî cih û warên ku lê jidayîk bûne, cihê lê jiyana xwe ya rojane buhirandine û bi xwîn û xwêdana xwe çiya û deştên Çiyayê Kurmênc kirine baxçeyekî rengîn ji dar, ber, gul û kulîlkên rengereng.
Erê, piştî çend caran ji reva mirinekê berve mirineke din, ji jiyaneke kambax diçûn rewşeke kambaxtir, lê tucarî ew ji vegera nav axa Efrînê bê hêvî nebûn.
Bi vîneke ji pola û hêviyên berz û germ, şêniyên Çiyayê Kurmênc, biçûk û mezin, mêr û jin, kal û pîr bi moraleke bilind bi rûyên geş û devên liken ji nû ve vegeriyan nav xaka bav û kalan.
Bi pêşwaziyeke germ, bi aheng û dîlan, bi def û zurneyan bi siloganên welatperwerî, ji aliyê gelê Efrînê yên li cih û warên xwe mabûn û ji aliyê yên ku bi karwanê yekê re vegeriya bûn, ew bi dilgermî bi gul û çîçek, bi şaxên zêtûnê yên li ber dilê Efrîniyan pir buha, ew hatin pêşwazîkirin.
Lê, mixabin û sed hezar car mixabin, riya vegera wan ne wek dihat xwastin bû, ne bê kelem, dirî û stirî bû, gelek astengî û bêrêzî û qerez ji aliyê hawirdeyên ku di dema dagîrkirina Efrînê de hatine û dest danîne ser mal û milkên Efriniyan, gelek bêrêzî bi siloganên derveyî rewiştê, bi stranên tijî kîn û nijadperestî, bi hildana wêneyê kujerê Kurdan (S.H) ji aliyê wan hawirdeyan ve li dijî vegera Kurdan hatin kirin.
Digel ku şêniyên Efrînê ji kampekê diçûn kampeke din, digel ku ji mirinekê berve mirineke din direviyan û jiyaneke pir tehl, di şert û mercên dijwar de, jiyana xwe berdewam kirin, lê tucarî moral û hêviya vegera wan li cih û waran hilneweşî û tucarî têk neçû, û serên xwe ji şert û mercên heyîn re danexistin û xwe radestî qederê nekirin, tim û tim çavê wan li vegera Efrînê bûn, rojê deh caran berê xwe berve Efrînê dikirin, nimêja xwe dikirin û destên xwe ber bi jor ve dikirin û daxwaza vegera Efrînê dikirin, digotin : Eger mirinek me hebe! Bila li nav axa Efrînê, li bin darên zêtûnan be.
Ew roja jî ne bû xewn û xeyal, Kurd dibêjin: Xwedanê sebrê bû Mîrê Misrê.
Erê, piştî heşt salan, li roja Şemiyê, 04.04.2026an karwanê dudiyê ji şêniyên Efrînê yên bi destê zorê hatibûn koçberkirin, ji nû ve ew vegeriyan cih û warên bav û kalan.
Gotin jî heye, ku dê li roja Pêncşema bê jî, anku di 09.04.2026an de, karwanê sêyemîn dê ji deverên lê koçberkirî vegere Efrînê.
Bi vegera van hejmaran, him morala Kurdan bilind bû, him jî pîlanên guhertina demografîk yên ku ji aliyê rijîma Tirkiyê ve hatibûn amedekirin têk çûn û hilweşiyan, bi vegera van hejmaran hêdî hêdî, rêjeya Kurdan nêzîkî rêjeya berê dibe, em bi hêvî ne ku rojek were her kes bi aramî, aştî û hêminî vegere cih û warên xwe.
Gelê me yê berxwedêr û hêja! Em vegera we ji dilûcan pîroz dikin.
Silav û hurmet ji bo xelkê Efrînê yê berxwedêr.
Osnabrueck- Almanya
————–
* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.