Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Birêz Salih Muslim koça da wî kir

Newroz*

Bi daxuyaniyeke fermî, êvara Çarşembê 11.03 20026, Partiya Yekîtî ya Demokrat (PYD) koçkirina serkirdayetiyê birêz Salih Muslim li Hewlêrê ragihand.

Li gundê Şêran a Kobaniyê, Avdara sala 1951ê jidayik bûye, xwendina seretayî li Kobaniyê, ya navendî li Şamê û Bekaloriya li Helebê xwendiye, û sala 1977an, ji zanîngeha Istanbolê bawernameya Endezyariya Kîmyayê wergirtiye, paşê çûye Londonê, li wê derê fêrê zimanê Ingilîzî bûye.

Birêz Salih Muslim tevlî rêzên tevgera siyasî bûye, ta ku bûye endamê serokatiya Partiya Yekîtî Ya Demokrat, û yek ji damezrênerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye sala 2012.

Roja Înê 13.03.2026, bi beşdarbûna cemawerekî mezin û şandeyên partiyên siyasî yên Bakûr û Başûrê Kurdistanê digel nûnerên Partiyên Kurdî li Sûriyê, rêwresma xatirxwestinê birêve çû.

Gora Salih Muslim bihuşt be, serê malbat, Partiya wî, dost, heval û hogirên wî sax be!

Bi vê bûneyê, Komîta Rêzanî ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê birûskek sersaxiyê bi zimanê Erebî weşand, ev li jêr, wegera wê ye:

 ((Birûska sersaxiyê))

Bi kovan, keser û dilekî xemgîn, me nûçeya koçkirina xebatkarê Kurd Salih Muslim-serokê berê yê Partiya Yekîtî Ya Demokrat (PYD) bihîst, yê ku roja Çarşembê 11.03.2026 li bajarê Hewlêrê piştî jiyaneke mişt ji kar û xebatê di ber doza xwe de çûbû ber dilovaniya Xwedê.

Gorbihuşt Salih Muslim Kurê Kobaniya berxwedêr, hemû jiyana xwe bo berevaniyê di ber mafên gelê Kurd û doza azadî û dadmendiyê de terxan kiribû, û ta roja dawî ya temenê xwe, bi bîrûbaweriyên xwe re dilsoz bû.

Bi koçkirina wî, gastîna kar û xebata siyasî ya Kurdî û ya Sûriyê, kesayeteke bejinbilind û xwedî bawerî bi xebat û azadiyê winda kir.

Em sersaxiya malbat û hevalên wî û tevaya gelê Kurd li Sûriyê û Kurdistanê dikin, hêvî û tika dikin ku Xweda wî bibexşîne, wî bike ji nişteciyên bihuşta xwe û aramiyê bide malbat û kesûkarên wî.

Komîta Rêzanî ya

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

12.03.2026 Z

—————

* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button