Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Gotina Komîta birêvebir a PYDKS, di Çilrojiya mamosta ELÎ BIŞAR de

“Wêne ji Facebooka Bûyer Erebî ye”

Mamosta ELÎ BIŞAR, tu jibîr nabî!

Roja 15-ê Avdara 2026-an, bi kirîza dil, perwerdekar, xebatkar û mamostayê navdar ELÎ BIŞAR çav girtin û xatirên dawî ji me xwestin, bi laş û gewdê xwe ji nav me bar kir, lê bi raman, bîrbaweriyî û mirovheziya xwe ew bi me re ye, her dê bi me re bijî û zindî bimîne, ji ber ku ji mêj ve hatiye gotin, mirovê çê, navek mezin û bi rûmet li şûna xwe dihêle, mamosta Elî jî, mirovekî wiha bû ku ew nayê jibîrkirin.

Li gundê UM CIFAR ya nêzîkî bajarê Qamişlo, sala 1953-an, gorbihşt Elî ji dayik bûye, û sala 1977-an, ji Zanîngeha Helebê bawernameya beşê Bîrkariyê wergirtiye û li dibistanên Qamişloyê bûye mamostayekî bi nav û deng.

Mîna nifşê xwe yê wê demê, wî çavên xwe di siha bindestî, çavsorî û sitema dewletê li ser gelê Kurd vekirine, hestê netewî û Kurdewarî di dilê wî de cih girtiye, di 16 saliya xwe de tevlî rêzên tevgera siyasî ya Kurdî bûye, û barê giran hilgirtiye ser milan û bi vîneke xurt, bawerî ji bo doza gelê xwe yê bindest kar û xebat kiriye.

Di pêvajoya fêrkirin, kar û xebatê de jî, ew mirovekî dilsoz û rastgo bû, berketî û xemxurê doza gelê xwe bû, her û her wî berjewendiya giştî di ser ya partiyetiyê re girtiye, bi dost û hevalên xwe re dilovan, û gotara wî nerm û biratî bû, ji ber vê hindê jî, di civakê de ew mirovekî cihê hezkirin û rêzgirtinê bû.

Gorbihuşt Elî, bêtir ji 55 salan ji temenê xwe, bo doza gelê Kurd derbas kiribûn, di wan heyam û rojên ku hilgirtina barê Kurdayetî qedexe û zor bû, qelenê wê giran bû, bê tirs û bê westan  ew bi erkên xwe radibû, û li gora karîn û derfetê, bê dudilî wî berevanî di ber wê doza dadmend û pîroz de kiribû, û ta roja dawiya jiyana xwe, ew hevparê derd, êş û kulên gelê xwe bû.

Ji ber ku Mamosta Elî pirtûk, kovar û rojname pir dixwendin û rewşa rêzanî ya cîhan û deverê dişopand, asta wî ya ramyarî û siyasî pêşve çûbû, nerîn û hilwestên wî durust û pîvayî bûn, nêzîkî rastiyê bûn û ew nerîn bi dilekî gerim bi dost û hevalên xwe re parve dikirin.

  • Bila serê malbat, heval, hogir û hezkiriyên wî sax be!
  • Serê gelê Kurd sax be!
  • Mamoste Elî, Tu jibîr nabî!

Qamişlo 25/4/2026

Dr. Azad Ehmed Elî – cîgirê sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Suriyê

Related Articles

Back to top button