

Li xwe haynebû, ku yê di ber gelîkî re dimeşe, û çiyan serî bi ser de xarkirine, û çavên xwe ji hêstiran ziya bûne, çawîr û çîmen serî di nav kivir û zinara re hildan û bi şewqa royê re dikenin, bi şahî û şadî wê kesk digerînin, û zinarên rûyên xwe bi xwînê sor bûne, bi ava tê re diherkî dişon, û ayetên azadiyê û welatî li ser giyanê pakrewanan dixwinin. Kevirekî digot: Di ser dused sal bûye xwîn bi ser min de dirije, rûyê min keviza sor girtiye. Qaserî filûstokî bûye, destkewtên xwe di ser re dişmitîn, di gola berjewendiya cîhanê werdibûn.
Zinarekî jî çêrokên pêşmerge û gerîlan hewaldidan: Dihatin xwe di baş min de vedşatin, cixare dipêçan û dû dikirin. Heĵîr û mûj dixwerin, bi ro çavdêriya dijmin dikirin, û bi şev jî stêrk dijmartin, gave yek jê birija digotin: Xwîna pêşmergekî rijî, bi xwîna xwe ezman av didan, mixabin tu sibe li me û we hilnehatine. Wê nû hişk dibe û xwîn li şûna baranê nabare.
Çemê di gêlî re diherkî nû min rengê xwe yê avêtî û kincên ezmên li xwe kirine, bi rengên wê çavên xwe kil didim. Çiyan jî serê xwe bi îşqên royê hene kiribûn.û digotin: Mala xwedê ava be, ew dûman reş ên mûşek û bomban pozên me xetimandibûn ,bihina teng kiribûn û bêvil dihna tijî kiribûn, ji cixarekêşekî pirtir li sîngê me girtibû. Bawermendên bi dozê û xwîna kiribûn kevçî, wek mişkê li ber pişîkê, ji ber agirê ji ezmên ve dibarî direvîn û dibezîn vê şiketê û wê şketê, hilkişiya wan ji yê ewrekî bilintir dibûn. Mixabin em kal bûnê we berê em nikan tukesî biparêzin, û acetên dojehê bi pêşketine.
Zaf aferim ji serokên serkên şoreşên sor re, ku hişketin serî û hişmend bi derketin, ku li şêweya xebata xwe ya pir dirêj ê ji dûvê ewranekî dirêjtir, nirxandin û pîvan, xwe li gor demê pîvan û wiha kirin. Ber xwîna gelê xwe ketin, bi ber cefayê dane ketin, bi ber çemê hêtiran herkîne ketin, bi ber mal mewdanên li ser rê hatine rijandin ketine, bi berketin, bi berketin, bi berketin.Wek cotariyê ku li dawiya çandinê bêdera xwe radikir, ku zadê xwe pir e, lê kêsa xwe pir e. Başkirin lêhaybûn ku kêsa xwe ji gênim pirtir e. Çekên xwe komkirin, wek çalûkan danhev, şewtandin jê komir çêkirin. Hin jî şkandin, û fîşek wek tenên palûtan çandin, û dev ji diûşim û gef û gurên sor berdan, û serên xwe ji melhemê nerimtir bûn, û digotin bese ji acetên kuştinê re, ji her pakrewanekî re stêrkek di ezmanê dîroka xwe de çêkirin, aferim, aferim, aferim…
Me xatirê xwe ji hev xwestin, em bezîn dev rûyên hevdu, me hêstir bi ser hev de barandin, ji ber ku me temenkî zaf dirêj bi hev re derbas kiribûn. Lê ew biyara wan ya ji tîra heyvê hatibûn, li heza me jî hatibû. Ji şketan kişîn û bi serbilindî daketin şarêyên bajaran. Ji me re gotin: Me dev ji şoreşa sor berda. Em diherin şoreşek sipî hildidin, ku xelk zanibe em silîhezin, û rojên me yên werin hemî sipî bibin.
Gava ji min re çêrê rengê sor dikirin, û tişt û bûyerên di temenên xwe de dîtine, hemî sor bûn. Ez ji rengê sor veziqtîm û jê tirsîm û min jê hez nekir. Ji ber ku agirê dojehê sor e, xwîn hatî herikandin sor e, agirê merv dişewitîne sor e, çavên gur hevtaran sor in, gava merv hevdu napejirîne çavsoriyan li hev dikin, gava merv xêlî û hêrs dibe sor dibe…ûşta nerindiya rengê sor, rindiyên xwe vê re windakir.
Vî sorî çi anî serê me, û çi ne anî serê me ?
Ji min re gotin: Zû here, tu li vir çi dikî. Zû here here xwe bi şarêyên bajaran gihîne, tu li şûnê maye, ew çi dikin tu jî wiha bikî.
Gava min ev gotin bihîstin, çqas gul çîcekên buharê hene di dilê min vebûn, û bihna çiyan, gelî, newal û dîrok erd û ezmanê welatê min jê dihatin. Vê re canê min keliya, meraq û morala min li ezmên ketin, bi coşek bê sînor min berê xwe da şarê, kolan û sivêlên bajar û bajarikan. Ez cûm û lingên min nedigêştin erdê.
Gava gihêştim şarê û gewerên bajêr, çi bibînim, çi nebînim, diniya li wire û ketiye hev, û qurmîş dibe, û heşer û merşerê hevdu girtine, der gumreh in, keç û xort, kal, pîr …dest di hev de ne, dîlanek ji gul û kulîkên rengîn vegirtine, şeraba sewme hewme vedixwin, li ber sazên ronahiya nû semaya azadiyê dikin. Serxweş in, çêroçik û dirûşman dixwenin.sazên wan guhên cihanê yên ker quldikirin û têde malik digirtin.
Min xwe ji dirûşmekê ve li ser depekê nivisî bû, weke lempek vêketîn, di tariya rojê de vêketibû, û pelemîş dibû. Wiha nivisî bû: Em zarên vê axêne, jê şînbûbe, divê em tev li ser rûnin, cihê me li ser hebe, û em bi hev re bixwin, emê tucarî qayl nebin kes parçe bikin, û xwe di ser dîwarê wê çekinê. Emê bikin gulîstanek ji pir netewan ava bikin, bihna wan ê xweş li ezmanê wan hemiya bigre bibe ewrek barana bihnxweşê jê bibare. Emê wî hildin, hildin ta digihîne royê û dibe parçek jê ku gemahiya wî me hemiyan hembêz bike.
Min ji dep din ve nîzîk kir, ku wiha li ser nivîsîne: Emê gerdenekî ji heyînê û kanên jînê di ustiyê te kin. Gerdenê azadiyê, gerdenê weheviyê, gerdenê û dademendiyê di ustiyê te kin.
Li ser depek din jî wiha nivisî bû: Emê fistanekî sipî yên bûkan ji te re bidûrin li bejnê bikin, emê enkûrê xwe bi bûka sipî bikin, gharên sipî diguhan kin, çavan bi berbang kin, kembera sipî li navê girêdin, emê bejana wê tev sipî bikin, zavekî sipî pêdin, emê te tev sipî bikin, ji ber ku sîpî maka rengane.
Li ser yek din wiha nivisî bû: Em dixwezin bi horiyên azadiyê re şobibin, ji ber ku horî zendewer in nazik in, ji ronahiyên regîn çêbûne, di reşiya der û hundirê merv re difirin, em dixwezin ,ew horî hespên me bin jî, me li jiyana li ezmanê sipî bigerînin.
Li ezmanê şoreşa sipî ewrek ji refên kevok, qumrî û bilbilan girtibû, dengên baskên wan ên sêmfonî, û sazên vejîna derûn henasê jî dihatin.û refên utlîkan li rexrên dîlan girtibûn û roj wiha diborîn, dinya hem di şanşoeretê dane.
Ya din wiha li ser nivî bû: Di roja me xwe dîtiye de , dozex li ser pişta û di hişê me de jenî bûn, di der hundir re resî li pêca bûn, li li şûnê welatekî sîpî û zelal dixwezin, û gerdenê zagonê û têveliyê di ustiyê me hemiya de be.
Bila dilê me bi kaniyên sipî bin, jê zelaliya jiyanê bivilvile.
Li seran serî şarê, gewer û şivêlan, li dîlan û govendên xwe berdewam bikin, va stiranên sipî bistirên, bistirên ra roj di qulipîkî din re hiltê, rojên sipî jê dizên.
Ji nişkave pîrkabûsik li deriyê wî dikute, û bi dengê tirs û terorê ew şiyar dibe, jê re dibêje: Rabe tang û topan pêl zikê gund û bajarên we dikin, û refên mozan êriş dikin, zixtan davêjin, radibe, çavan misdide , nizane dê ku de bireve. Û nifiran li rengê sor dike.
5.08.2024 an
Bêrxin Ep Zom.
———–
* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.