
«Di jiyana mirovatiyê de, ziman, amraz û hacetekî herî giring e!»
Sed mixabin ku Rizoyê Dêrsimî, xwediyê 39 pirtûkên çapkirî bi zimanê Kurdî û Turkî, dilêşê gel û dilsozê doza Kurd, li derbideriyê, dûrî xaka welêt çav girtin û ji dinya derewîn -wekî wî bi nav dikir- bar kir, em di nav xemgîniyeke bê binî de hiştin. Ewî di qewîtiya xwe ya dawî de xwestiye ku laşê wî bê şewitandin û axa wî here welêt!
Di hevpeyvînekê de ku ji bo weşana Kurdî NEWROZ hejmar 123 sal 2016, bi vî awayî xwe dabû naskrin:
Ez Kurdekî Dêrsimî, berî tevkujîya Kurd-kesîbên wê herêma Kurdistanê, di Payîza sala 1935’an, gundê ku girêdayîyê qeza nav Mêzgir, li-wa nav Moxindî, gundê nav KÛPİK da ji dayîk bûme hatime vê cîhana vala û derewîn ji bo kişandina derd û kulan û kesera Kurdistanek Azad. Di wexta wê tevkujîya barbarî, ez lawikekî biçûk, bav û dayîka min, li tev 4 zarokên xwe -du (2) law û du keç- du sal di şikeft, çet, dal û gelîyan da mane em parastine. Ango ez bermayî yê 70.000 cangorîyên wê tevkujîya barbarî, a Roma reş im li Dersimê. Çîroka jîyana min gelek bi êş û jan û gelek jî dirêj e. Di yanzdeh (11) salîna min da, leşkerên Romê ez bi dara zorê birime dibistanê, ku di wê dem û rojê da min peyvek bi zimanê Tirk jî nedizanbû. Di wê roj û demê da cîhanek min hebû, ku ew cîhana min jî gundê minê nav Kûpik, welatekî min hebû, navê wî we-latî jî Kurdistan bû.
Min tenê pênc sal di dibistana dijmin da xwendîye, lê şadet-name, ango dîplome ne standîye. Çîroka vê gelşê jî gelek dirêj e, ku min ev gelşa di bîranînên xwe da -bi Tirkî bi Kurdî- dûr û dirêj nivîsîye. Di destpêkê da ez bi xwe bi xwe ra bûme mamoste. Dûra dem û dewran ji bo min hat guhartin, ez li çar Kîşwerên cîhanê gerîyam, bi sedan bûm nasê kesên Zana, Rewşênbîr, Nîvîskar, Sîyasetmedar, şivan û gavan. Min ji her yekî tiştek stand, ewana hemû ji min ra bûn mamoste wekî te, wekî Kek Îsmaîlê dilovan û gorbihişt. Ji bilî we û wan kesan, bê derew, heya roja îro min 2000’î zêdetir pirtûk xwendîye. Kovar, Ro-jname, di quncên rojnaman da nivîsên nivîskaran jî hesab nakim, lê ez ji xwe ra “Nivîskar, Rewşenbîr, Hozan, Sîyaset-medar” nabêjim, ez şivanekî Kurdistan im, tenê pejn û hestên xwe dirijînim ser kaxiza sipî reş dikim, ku ew kes û Kurdên ku di zanîngeh û enstîtûyan da xwend-ine, min ji xwe ra bikin mînak. Bi kurtî ez ev mirov im, şivan û xulamekî Kurdistan. Lê eger yek ji min ra “Nivîskar” yan jî “Hozan” bibêje, bê guman dê ez kêfxweş bibim, balam ez ji xwe ra nabêjim.
Bila cihê te bihuşt be kek Riza, serê malbat, dost û hezkiriyên te sax be, kesên mîna te nayên jibîrkirin!
———–
* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.