Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Nameya Weşana NEWROZ di bîranîna Roja Rojnamegeriya Kurdî de

DESTEYA WEŞANA NEWROZ

Bi hatina roja 22-ê Nîsanê, 128 sal di ser derçûna yekemîn rojname bi zimanê Kurdî, tîpên Erebî û bi navê “Kurdistan” li Qahîreyê, ser destê Mîrê Kurd, lawê Cizîra Botan Miqdad Midhet Bedirxan re derbas dibin.

Mîrê me, dêhin û bala xwe dide rewş û pergala Kurdan, diponije û ji xwe dipirse, ma gelo çima Turk, Ereb, Ernaûd…hwd ku ew jî mîna kurdan di dewleta Osmanî de dijîn, ew hemû xwedî rojname, pirtûk û dibistan in, zaroyên wan bi zimanên xwe dixwînin, ew fêrî hemû cûreyên huner û zanînê dibin, zanyarên mezin ji wan derdikevin û ji bo gelên xwe kar dikin û jiyana wî xweş dikin, tenê Kurd bê rojname û dibistan in!

Ji ber ku Mîr Miqdad beg zanyarekî bejin bilind bû, dîroka gelê xwe, dîwanên Mela Ehemedê Cezerî, Ehmedê Xanî û helbestên Kilasîk xwendibûn, wî dizanî ku zimanê Kurdî têr û dewlemend e, ma gelo çima Kurd jî mîna van gelan bi zimanê xwe naxwînin û pirtûk û rojname pê nayên çapkirin û weşandin?!

Mîr, bi kul û hesreteke mezin vê rewşê bi ya gelê xwe re berhev dike, digihe wê encamê ku gava pêşîn ji bo pêşketina gelê Kurd, belavkirina zanînê ye. Û pileya pêşîn ji belavkirina zanînê jî weşandina rojname û vekirina dibistanan e. Ji ber vê baweriyê, ew biryarê dide ku dest bi vî karî bike û ji bo Kurdan rojnameyekê bi zimanê Kurdî li Qahîreyê biweşîne, û her car 2000 hejmar jê rêke Kurdistanê da ku Kurd bixwînin û asta zanebûna wan bilind bibe. Û di pêşgotina hejmara yekê de, armanca xwe ji derxistina wê bi zelalî aşkere dike û dibêje:

(…Dinyayê de, çiqas misilman hebin, gund û bajêrên hemiya de, mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe, çi nabe, cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd ji gelik qewma zêdetir xwey hiş û zeka ne, camêr in, dînên xwe de rast û qewî ne, xurt in, û dîsa weke qewmên dî ne xwenda ne, ne dewlemend in. Dinyayê de çi dibe, cîranê wan Mosqof çawe ye, wê çi bike, nizanin. Lewma, riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî…).

Ji ber giraniya rola vê rojnameyê, roja derçûna wê bûye roja rojnamevaniya Kurdî, û li seranserî Kurdistan û diyasporayê Kurd şahî û ahengan lidar dixin û bi coşeke mezin vê rojê pîroz dikin.

Ligel hemû nexweşî, şikestin, zor û sitema li ser gelê Kurd berdewam e, ku bi her hawî hin hêzên mezin ên cîhanê dixwazin ji bo berjewendiyên xwe bikin arduwê tenûrê, û ligel hemû êş, azar û berdewamiya belavbûna Kurdan… Lê, rastiyek heye divê em bi geşbînî bibînin, ew jî ew e ku zimanê Kurdî li seranserî Kurdistanê geş bûye û pêşve çûye.

Îro bi milyonan keç û lawên Kurdan bi zimanê xwe dixwînin û xwe pê şanaz û bextewer dibînin, dîroka gelê xwe ji jêderên resen ên bê alî digrin, dixwînin û baweriya wan bi doza wan xurtir dibe, gotara xwenaskirin û lihevkirinê belav dibe, dûr ji nakokiyên partiyetî yên teng û hişên xitimî, keç û lawên me têkiliyên nûjen avadikin û bê gomane ew ê biserkevin.

Di van 31 salên borî ji temenê NEWROZê de, ji bo belavkirina çanda hezkirinê di civaka Kurdî de bi sedan gotar hatine weşandin, careke din dixwazin tekez bikin ku yekîtiya me Kurdan, hebûna me diparêze û roja azadiya gelê me yê bindest nêzîk dike!

Bi vê helkeftê, hêjayî gotinê ye ku ev roj ji bo xwendevanên Weşana we NEWROZ jî rojeke taybet û bi nîşan e, çiku di vê rojê de, ango roja 22-ê Nîsana sala 1995-an, di siha rijêma rûxandî ya devbixwîn de, hejmara pêşîn a vê rojnameyê bi zimanê Kurdî ronahî dîtiye, hatiye çapkirin û belavkirin, û ta roja îro ku hejmara wê gihiştiye 160-yî ew bi xwendevanên zimanê Kurdî re berdewam e, û li gora derfet û karînên xwe, ew ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî dixebite, û bawer e ku paşeroj ya gelê Kurd e!

Gora Miqdad Bedirxan û hemû xebatkarên ziman û wêjeya Kurdî bihuşt be!

Roja rojnamevaniya Kurdî li gelê Kurd pîroz be!

  2026 Z-2638K

Related Articles

Back to top button