
Bi şahîke mezin, bi dahol, zirne, dîlan û gurzên gulan, roja Duşembê 9-Avdara 2026-an, nişteciyên Çiyayê Kurmênc ji bajar û gundewarên wê pêşwaziya kerwanê yekê ji xwişk û birayên xwe koçberên Efrînê kirin.
Kerwan ji 400 malbatên Kurd pêkhatî bû, ku berî 8 salan ji welatê xwe bi darê zorê, bi armanca guhertina dêmografîk û tunekirin û windakirina Kurdan hatibûn bidûrxistin, bi hogiriya Asayişa Rêveberiya Xweser û Asayişa Giştî ya Hikumeta Demkî ew vegeriyan ser xaka bav û bapîrên xwe.
Raste ku dûr ji welêt, li derbederiyê ew tûşî êş û azarên giran bûbûn û çêja xweşiya jiyanê winda kiribûn jî, lê girêdana rewanê wan bi xak û zeviyên welêt ve, wan hêviyên xwe bi vegerê winda nekiribûn, û îro ew xewna şêrîn pêk hat û bû rastî.
Xelkên Efrînê, heta berbangê li cade û kolanan dîlan û sema girêdabûn, wê şeva dîrokî, Efrîn bi mezin û piçûkên xwe, bi jin û mêrên xwe, pîr û kalên xwe ranezan û bi vegera xwediyên xwe şad dibûn.
Em li benda vegera kerwanê diwemîn in û ta hemî şêniyên Çiyayê Kurmênc vegerin welatê xwe.
Efrîn bi xwediyên xwe yên resen şên dibe.
Vegera we pîroz be.
————–
* Rojnama Newroz – hejmar /160/ – 17 Avrêl 2026 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.