Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Perwerdekarê navdar, Mamoste ElÎ BIŞAR, Ji nav me bar kir

Malpera Yek-Dem

26 Avdarê 2026

Derengî Şeva Şemiyê 14.03.2026, ji nişka ve, kirîzeke dil a dijwar li mamoste Elî Bişar dest da. Bi lezgînî, hate veguhestin bo nexweşxaneyê, lê sed mixabin ku bandora kirîzê pir dijwar bû, reha sereke ya dilê wî bi giranî birîndar kiribû. Berbangê, bi armanca niştergeriyê bo Hewlêrê hate veguhestin, lê, berî bighe Hewlêrê, dilê wî yê mezin, ew dilê ji kurdewarî û mirovatiyê mişt hate rawestan, û êvara roja 15.03.2026an, bi beşdariya malbatê û  birek hevalên Partiya wî, dost û hezkirên wî bi çavên şil û dilên kul, li goristana Mehmeqiyê, li bajarê Qamişlo hate veşartin.

Sala 1953-an, li gundê Um Cifar ku li başûrê Qamişlo ye, Elî yê Bişar hatiye dinê û di malbateke Kurd de çavên xwe vekirine, li dibistanên Qamişloyê, xwendina xwe ya seretayî, navîn û Bekelorya bidawî kiriye, û bawernameya beşê Bîrkariyê sala 1977-an ji Zanîngeha Helebê wergirtiye, li dibistanên Qamişloyê maomstetî kiriye, û weke momostayekî navdar hatiye naskirin.

Ew ji 4 xort û 3 keçan re, bavekî dilovan bû, ew li ser nirxên Kurdayetî, mirovhezî û rêzgirtinê perwerde kirine û di zanîngehê de dane xwendin.

Di 16 saliya xwe de, nêzîkî rêzên tevgera Siyasî ya Kurdî bûye, û li sala 1969-an, di Partî de bûye endam û dest bi xebatê kiriye. Di kongreyê Partiya Kar a Demokrat a Kurd Li Sûriyê, bûye Endamê Komîta Navendî û bi dilsozî ji bo doza gelê xwe xebat kiriye, û ta roja dawî ya temenê xwe, ew maye endam di Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, û her doz û armanca wî, yekrêziya Kurdan û lihevkirina tevgera siyasî bû.

Gora nemir mamoste Elî Bişar bihuşt be, serê malbat, dost, heval, hogir û hezkirên wî û gelê Kurd sax be!

Em xebatkr û dilsozên doz gelê xwe jibîr nakin.

Related Articles

Back to top button