DaxuyanWergerandinالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (332): Dagîrkirineke berdewam, serjimartineke ewlehí û komîteyin abortiyê yen guvêşkirina hemwelatiyan, pakrewanek ji ber îşkencekirinê, dijatîkirin li ser sivîlina, geregoşî û dizînin

Amûra Ewlehiya Giştî/El’emin El’am serjimartineke nişteyî li herêmê – Navça Cindirêsê li vê dawiyê berdewam dike, li gor piroseyeke mîna lêkolînkirinên ewlehiyê, tê de hûrguliyên daxuyanên kesayetî ji endamên her malbatekê re, herêmên lê dimînin, ji kû hatine, karên wan û nimreyên telîfonên ên ji wan li wir rûdinin û hin tiştên din guncaw dibin.

Herweha jî çalakirin û ji nû ve geşkirina komîteyên abortiyê li herdu Naçên Reco û Şera, yên ku ji nû ve ji vegeriyên îsal daxwaz kirine, ku belgeyên malmewdanên xwe pêşkêş bikin, û weha jî yên malmewdanên kesên ne li wir bi rêve dibin, rêdankên/wekaletên xwe berz bikin, weke hewildaneke din ji bo dorpêçkirin û sînorkirina malmewdanên ku zehmet e belgeyên malmewdaniya wan were bidestxistin û amedekirin, çimkî hin jê yan hindan e, hin din bûne werese, hinik jî yên kesin li derve rûdinin û zehmet e bêne peydakirin, û hin din jî yên kesin ji ber sedemin ewlehiyê nikanin li saziyên fermî vegerin, da ku li dawiyê ji nû ve dest dînin ser wan, û behaneyên destdanîna ser malmewdanên taybet çêkin.

Û rêvebiriya Herêma Efrînê çekdarine bi ser Turkiyê ve û bandor û hêzeke wan heye -ta ku rêjeyî be jî- neçar nake ku malên hemwelatiyên Kurd ên vegerîne vala bikin û radestî wan bikin.

Ew tev jî di pêvajoya berdewamkirina dagîrkirina Turkiyê ji herêmê re, û hembêzikirin û lêsekirina Istîxbaratên Turkiyê ji bermaya Milîseyên ku bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrí” dihatin binavkirin.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Hebûna Turkiyê:

Di bersivdaneke xwe de li ser pirsa cîgirekî/nayibekî li ser hebûna Artêşa Turkiyê li Efrînê, di civateke şirovekirina pîvandana Wezareta Berevaniya Giştî ya sala 2026. Z de, li Perlemana Turkiyê, ya li 11.12.2025an. Z hatiye girêdan, Şalyar “Yaşar Guler” weha got: “Hêzên Turkiyê li Herêma Efrînê ya Sûrî li ser rakirina bombeyan û girtina tonêlan kar dike, weke parek ji kedên aramkirina herêmê, û armanca van ton karan peydakirina mercên vegera sivîlan bi rengekî aram e”.

Lê ya rast ew e, ku tu tîmên endazyariyê niha di hilanîna bombeyan de kar nakin, jixwe di bingeh de ew hindik bûn, çimkî yan hatin rakirin an jî teqiyan, û karên bêlîkirina tonêlan û roxandina wan, di herdu salên pêşîn de, ji desteserkirina Artêşa Turkiyê li Avdara sala 2018an. Z, bi dawî bûn. Ji xwe hebûna Artêşa Turkiyê û Istîxbaratê Turkî di nivîsgehên xwe de, herweha endamên wê yên Turk û Sûriyên hatine bikaranîn, û bi ser de jî biryargeha “Waliyê Turkî” li “Avahiya Sera kevin” a ku bi dîwarekî çementoyî û têlên stirî bi bilindahiya /4/mitroyan hatiye parastin, dagîrkerî bixwe ye, kendek e li pêş destserkirina rastîn û tevahî ya Hikometa Sûriyê li ser herêmê, û ji vegera sivîlên koçberbûyî re gefdan e, û nemaze ji xelkê herpênc gundên (Dêrwîş, Çê, Şêxorzê, Cilbirê, Basilê) re, yên ku bûne bargeh ji Artêşa Turkiyê re.

Û “Guler” tu nêrîn an nêtek neda xuyakirin, ji bo vekişandinê ji Efrînê û Bakurê Sûriyê bi tevayî, yan jî danîna pilanekeke ji bo belavkirine ji nû ve, bi Hikometa Sûriyê re, bi rengê ku mafên Xelkê Efrînê û serweriya Sûriyê û berjewendiyên wê bên gucawkirin.

= Şehîdê îşkenceyê:

Li 09.12.2025an. Z, Rêvebiriya Xweser li Taxa Şêxmeqsûd – Bajarê Heleb termê Hemwelatî “Mihemed Sîcam kurê Mihemed Elî (bapîrê wî Axê Eyşo) – zayîna Bajaroka Şiyê sala 1984. Z” weke şehîd oxir kirin, ji ber ku li 06.12.2025an. Z mir, piştî kişandina êşeke mekin û dirêj ji nexweşîyin pir li dû îşkencekirina hovane ya ku li ser destên endamên Milîseyên “Hêzên Hevbeş/El’hemzat û El’emşat” a berê dîtiye, piştî ku li 02.12.2024an. Z ji Bajarê Tilrif’etê – Gundewarê Heleb a Bakur ew revandin, li dema êrişa wan li ser herêmê û derketina Hêzên Kurdî û koçberên Efrînê jê, û paşê ew li 13.01.2025an. Z li Nexweşxana Leşkerî li Efrînê radestî xwediyan bû, û wê hîngê ew şewtandî bû, diranin wî hilkirî bûn, hin pêçiyên lingan qutkirî bûn, di jarbûneke mekin de bû, pir bi tirs bû, terez û wendakirî bû, û bîriya wî lawaz bû, û bi ser ku li Helebê hate dermankirin jî, lê her çû rewşa tenduristiya wî bi şûn ve çû.

Û “Sîcam” di tu warên siyasî yan leşkerî û yan jî hin din de ne çalakvan bû, û tu têkeliyên wî bi Rêvebiriya Xweser re jî tunebû, ew tenê hemwelatiyekî normal bû, bi malbata xwe re bi perîşanî û belengazî dijiya, û piştî dagîrkirina Turkiyê li Avdara 2018an. Z ji herêmê re ew ji herêmê koçber bûbû.

= Dijatiya li ser sivîlina:

– Li berbanga Yekşemê 16.11.2025an. Z, piştî ku çekdarina hewildan ku ji bo dizînê deriyê dîkana çaksazkirina makînan li Bajaroka Meydankê vekin, bi hebûna Xwediyê wê çaksakar “Mehmûd Şukrî Mihemed /53/sal” û kurê wî “Mihemed” ji xelkê Gundê “Dumiliya” – Navca Reco şêt û mêt bû, û qurşîn bi aliyê wan ve avêtin, hin fîşek li lingên wî ketin, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyekê li Efrînê hate şandin, û bê ku El’emin El’am bigihêje dijîkeran.

– Li 26.11.2025an. Z, giropeke çekdar ji endamên Milîseya “Lîwa’i El’muntesêr Bîlah” a berê fîşek bi aliyê Hemwelatî “Beşîr Hemîd Mihemed /63/sal”  keyayê Gundê “Sariya” – Navça Mabeta  ve avêtin, li dema hebûna wî li gel hin din di nav zeviyin zeytûna li cîgeha “Kortê Xenzîra”, û di encamê de qalçe û zikê wî birîn bûn, û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneke li Efrînê hate guhestin, û dijker nehatin girtin.

= Zimanê Kurdî:

Piştî dengkirin pir li ser hilanîna fêreyên Zimanê Kurdî li Dibistanên Efrînê îsal hate kirin, Ê ku ji sala 2019an. Z de heyî -heya ku li hemî dibistanan û polên amedeyî û  serwerî nedihate xwendin jî, li hefta dawiyê ji heyva borî Komelgeha Efrînê ya perwerdeyê xwendina Zimanê Kurdî ji bo polên veguhês -heftê du fêre ji dêvla Zimanê Ferensî yê ku kadroyên wê peyda nebûne- vegerand, lê ji bilî polên amedeyî û serwerî yên ku serkeftin tê de, pêdiviya serkeftina Zimanê Turkî li rex Ingilîzî û metiryalên rêbazê yên bi Erebî gerek e, lê hejmara mamoste û rêbazeke nû ye Zimanê Kurdî peyda nabin, û beşê Zimanê Kurdî li amojgeha amedekirina mamostan li Efrînê hate rawestandin, ê ku li sala borî hatiye vekirin, û niha dora /60/ xwendekarên sala diwem tê de hene.

= Dizîn:

Li 24.11.2025an. Z, giropeke çekdar li çateriya Bajaroka Şera rê li pêş makînak pîkab qut kir, dema ku diçû Bajarê Heleb, û ew bir nav zeviyeke zeytûna li kêlekê, ajovan “Mistefa Ebdo Miskêlê” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” bi zorê û di bin gefa çekan de jê danî, û betariyên Fabrîka El’ehram a “Hisên Mihemed Mistefa” li bajarokê, tibabeke diravî û xilyewîk jê dizîn, yanê bêtirî /3/hezar Dolar Emrîkî, bi ser de jî teker xera kirin.

= Geregoşî û serberdayetî:

– Li siba Çarşemê 19.11.2025an. Z, dema çûna Hemwelatî “Mesûd Hisên Me’imo” ji xelkê Gundê “Şêx” – N. Reco nav zeviyeke xwe ji bo nihêrandina wê, dît ku hin ciwanên negîhayî yên anîndeyan zeytûnan didizin, bi çeka awê fîşek bi jor ve avêtin, da ku wan bi tirsandin bide û biqewtîne, paşê bavê yekî ji wan bi kilaşinkofê hat, û gef bi kuştinê dan Mesûd, ta ku hin din destêwerdan di nav herdiwan kirin û El’emin El’am hate gund, û lihevhatin di nav herdu aliyan de çêkirin.

Berdewamiya Dagîrkirina Turkiyê û kulekbûna rêvebiriya herêmê di peydakirina jîngeheke bi ewle de, dimînin du kendeyên serekîn li pêş vegera koçberên Efrînê ji kamp û herêmên penaberiyê bo cîwarên xwe, li gor tiştê ku (Hevpeymana 10 Avdarê 2025an. Z a ku di navbera Serok “Ehmed El’şeri’i” û Ceneral “Mezlom Ebdî – serkêşê Hêzên Sûriya Demokrat” de îmzekirî) wêne kiriye.

13.12.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Biryargeha serkêşiya Artêşa Turkiyê li Kefercenê – Efrîn.

Pakrewan Mihemed Elî Sîcam.

Mehmûd Şukrî Mihemed ê birîndar.

Beşîr Hemîd Mihemed ê birîndar.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-332-13-12-2025-PDF

Related Articles

Back to top button