Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (330): Dijatî li ser sivîlina, girtinin tewşankî û veşartinek zorane û guhestina girtiyên Kurd ji Hepsa “Maratê”, vêrgiya 50% ji berhema zeytûna ya hemwelatiyên ne li wir ji nivîsgehên “abortiyê” re, dizîn û basmîşkirina malan

Destlatên ku ji aliyê Hikometa Şamê ya Demkî ve li ser Herêma Efrînê hatine ferzkirin, ji pêvejoya danûsitandina ewlehî/asayî bi doseyên wê re derneketin, di siya berdewambûna dagîrkeriya Turkiyê de, bi ser hin pêşketinên erênî yên çêbûne de; Piraniya endamên amûra “El’emin El’am/Asayêşa Giştî” û berpirsiyarên wê ji derveyî herêmê ne, û piraniya wan jî ji endamên milîseyên berê yên binpêkirin û tewan kirine ne, û tu pilan ji nûavakirina wê re ji xelkê herêmê jî tune ye, di heman dema ku deriyê derbasbûnê li pêş wan hate vekirin û bi hezaran daxwazên xwe dan, li gel piropagandeke ragihandinî, lê bê ragihandina encamine erênî û bi kêr; Û li destpêka meha Tebaxa borî, girtiyên Kurd (bi tuhmeta partî) ji Hepsa Maratê ya navendî li Efrînê bo Hepsa “Çobanbegê/El’ra’î” – Herêma Babê hatin guhestin, da ku têkeliya wan bi cîhana derve re bê qutkirin, û ta niha çarenûsa wan nediyar e; Û bi dosên vegerandin û birêvebirina malmewdanên xelkê re gerek nirxandina ewletiyê hebe; Û bi dijatiya li ser herdu Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê – Bajarê Heleb a vê dawiyê re, li Efrînê jî giropên gerok û pêngavên ewlekariyê herçûn zêde bûn…

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijatiya li ser sivîlina:

– Li êvar 20.09.2025an. Z, sê çekdarên serçavgirtî mala Hemwelatiyê Êzdî “Fetah Elî Mûse /60/sal” li Gundê “Çeqelê Cûmê” – Navça Cindirêsê basmîş kirin, mekin li herdu hevjînan xistin, girêdan, gefa kuştina bi kêrê danê ger giliyekî pêşkêş bikin, paşê jî zêrmêr û pere û xilyewiyên bi wan re dizîn û reviyan.

– Li derdora kat deh ji Êvara Çarşemê 08.10.2025an. Z, piştî bidawîkirina kolandina bîrekê di nav zeviyeke zeytûna ye wî de, li nêzîk Gundê “Çêqilme” li Navça Reco, û vegera wî bo Gundê xwe “Qêsim” yê hevcîwar di riyeke axî re, Hemwelatî “Mihemed Cangîr Dîko /37/sal” rastî dijîtiyek çekdarane hat, ji aliyê du dizên ku zêtûn ji zeviyeke hevcîwar didizîn ve, ji ber ku ew li ber roniya makîna wî hatin dîtin, vêca wan qurşîn bi aliyê makîna wî ve avêtin, ew ji makînê danîn û makîne qulabtin/teqle kirin, paşê jî mekin lêxistin, girêdan û reviyan; Ew jî tevî birîna xwe peya meşiya ta ku gundiyekî wî rastê hatê û ew bire nexweşxaneyeke Efrînê ta ku were dermankirin.

Û li roja din giropeke El’emin El’am li çateriya Bajaroka Mabeta hejmarek ji anîndeyên ku çiwalin ji zeytûna diguhestin Efrînê girtin, û li xwe nan/mikûrkirin ku wan ew tewan û gelek dizînên din ên zeytûnan kirine, û ew tevî malbatên xwe li Gundê “Şêxbila” yê hevcîwar bi “Çêqilme” re rûdinin.

= Girtinine bêsûcane:

Amûra Asayêşa Giştî/El’emin El’am li Navça Şiyê hemwelatiyên Kurd ên ku li dema Rêvebiriya Xweser a berê di nav refên “Yekîneyên Parastina Gel û Jin, Asayêş, leşkeriya neçar” de xizmet kirine vexwendin cem xwe, û vêre lêkolîn li ser daxuyanên wan ên kesayetî û karên ku berê pê rabûne çêkirin, û paşê jî ew berdan.

Û li 11.09.2025an. Z, li ser riya vegera wan ji seredaneke ji Bajarê Heleb re bo Efrînê, El’emin El’am herdu xort “Rênas Ebid El’rehman Umer /25/sal, Ebid El’rehman Fewzî Umer /23/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa li ser matoreke dutekerî girtin, piştî ku xilyewiyên wan kontirol kirin û simbola/ala Hêzên Sûriya Demokrat tê de dîtin, û piştî çar rojan serbest berdan.

Û nûçeyek ji jêdereke pêbawer gihîşte me, ku Asayêşa Leşkerî/El’emin El’am li Efrînê, li navîna Rezbera/Êlûna borî, rastî /11/hemwelatiyên Efrînê û hin din hatin, li Bajaroka  Qitmê – Navça Şera, di hepseke diziyane ye Milîseyên Hêza Hevbeş “Firqit El’hemzat, Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” de,  ewên ku ji destpêka heyva Berçileya 2024an. Z ve -dema êrişkirina li ser Herêma El’şehba’i li Gundewarê Heleb a Bakur ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve- hatine revandin; Û ew guhestin Navenda Efrînê, paşê jî ew radestî Şaxa Asayêşa Leşkerî li Bajarê Ezazê kirin. Lê xwediyên hinan ji wan li vê dawiyê li şaxê vegerîn, bê ku kanibin zaroyên xwe bibînin, ji ber ku asayêşê ji nû ve ew veşartin, bê diyarkirina tuhmetên wan. Û ew jî ev in: “Berekat Elî Çolaq ji Gundê Celemê – N. Cindirêsê, Muhemed Nîdal Hisên ji Bajaroka Reco, Canyar Mihemed Kêlo ji Gundê Sorkê – N.Reco, Hisên Cemal ji Bajaroka Meydanekbezê – N. Reco, Qusey Hisên Xelef ji Bajarê Qamişlo, Basêm Miqdad ji Gundê Basilê – Robariya û ji xwediyên pêdiviyên taybet, Xesan Oso ji Sîvat/Henderat – Bakurê Bajarê Heleb, Mihemed û birayê wî Umer kurên Ibrahîm Mistefa ji Bajaroka Be’idîna – N. Reco, Semîr Nezmî ji Efrînê, Hisên ji Bajaroka Reco”; Herweha “Hêza Hevbeş” jî di demeke berê de beramberî vêrgiyine diravî du hemwelatî serbest berdan, ew jî bi vê giropê re girtî bûn.

Û ji aliyekî din ve, li destpêka heyva Tebaxa borî, Amûra El’emin El’am bi dehan girtiyên Kurd (bi tuhmeta partiyê, berê cezayin giran li ser hatibûn ferzkirin, û hin jî hîn lêkolîn bi wan re dihatin kirin) ji Hepsa Maratê ya Navendî li Efrînê guhestin Hepsa Çobanbegê/El’ra’î li Herêma Babê, da ku têkeliya wan bi cîhana derve re were qutkirin, û ta niha çarenûsa wan nediyar e; Û bi sedan ji girtiyên xelkê “Berava Sûrî” jî li ṣûna wan xistin vê zîndanê.

= Werza zeytûna:

Weke rewşeke tucarî nebûye û awerte ji hemî Herêmên Sûriyê, destlata veguhêz li Sûriyê bi mebest komîtek abortiyê ye taybet li Herêma Efrînê çêkir, û rêvebiriya Herêma Efrînê li 18.09.2025an. Z giştînamak derxist, tê de “şêwaza daxwaz û vegerandina mewdanan” da bêlîkirin, mîna berzkirina belgeyên/Dukomentên erd û malmewdanan û digel erêkirina wan ji bal parêzerên binavkirî ji aliyê destlatê ve (parêzer li ser erêkirina her doseyekê 200 lîreyên Turkî werdigire) û di dûre radestkirina wan ji nivîsgeha şaxeyî li navçê re, yê ku ji aliyê xwe ve ji komîta serekîn re dişîne.

Herweha di heman rojê de giştînamak din jî derxist, tê de hemwelatiyan pabend dike ku gerek rêdanka berefkirin an vedan/ bûdekirin/kesixandina zeytûna li ba mixtêr/keyê çêkin, ta ku kanibin di nav zeviyên xwe de kar bikin û berhemên xwe di ser rêbendên ewlehiyê re derbas bikin.

Û bi ser ku komîta abortiyê di giştînameyek xwe de destpêkirina berefkirina zeytûnên xwarinê li 20.09.2025an. Z û yên guvaştinê jî li 15.10.2025an. Z bêlî kir/sînordar kir, lê hîna jî li ser pêkanîna wê şêwaza bîrokrat ji bo çespandina malmewadaniyê rijd dike, û hemwelatî jî li benda biryarên wê ne.

Ji aliyê xwe ve jî, li 23.09.2025an. Z, çîgirê Parêzvanê Heleb “Ebid El’rehman Selamê” bi beşdariya rêvebirê herêmê û endamên komîta abortiyê, bi dehan hemwelatiyan re li Efrînê civiya, guhdarî li gilî û têbînên wan li ser karê komîta abortiyê kir, û soza hêsankirinê da, lê tu tişt li ser erdê nehat cîbicîkirin, ji bilî pejirandina hin çespandinên malmewdaniyê bi riya bînerdan/şahid û keyan û belgekirina/erêkirina rêdankan bi riya Watsapê ji aliyê yên li derve ve.

Komîtên şaxeyî li Navçên “Şiyê, Mabeta, Reco, Şera, Cindirêsê”, yên ku endamên komîteyên berê li ba nivîsgehên abortiyê di nav xwe de guncaw dike, ji yên ku piştî roxandina rijîmê vegerîne, daxwaza berzkirina belgeyên nû yên malmewdanan dikin, bi ser dorpêçkirina malmewdaniya ku li şûn xwediyê wê yê mirî maye, û wan xwediyên hemî rêdankan agahdar kirin ku ewê nîvê berhema zeviyên ên li derve (50%) bistînin, bê ku lêçûn û buhaya berhemdankirinê yan dema ku zêtûn werin dizîn berçav bêne girtin.

Û Komîta “Şiyê, Mabeta” gundên herdu navçan bi wan biryaran û gûmankirina çiqasiya berhema zeviyên hemwelatiyê li derve agahdar kirin, ji bo wergirtina nîvê wê piştî berefkirinê, û herweha Komîta Şera jî bi heman karî rabû.

Û hîna jî “Ebo Kasêr – yê li Gundê Şerqiya rûniştî” û “Ebo El’şêx – yê ku li Gundê Diraqliya rûniştî” ji bermaya Milîseyên “Firqit El’hemzat” dest dîdinin ser sedan zeviyên zeytûna li herdu gundan û gundên hevcîwar biherdu gundan re li Navça Bilbilê, û zeviyên ên piştî roxandina rijîmê vegerîne yan jî yên ku ji aliyên rêdankeran ve têne rêvebirin radest nakin, û hîna jî serkêşekî Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” dest dîdine ser dora /2500/ darî zeytûnê û /1000/darî henarê û malmewdanên komela cotariyan li Gundê “Miskê Jorin” – Navça Cindirêsê.

Û komîtê diyar nekir bi çi yasayê yan bi çi behaneyê wan vêrgiyan li ser malmewdanên yên li derve dide ferzkirin û çawa wê mafên wan biparêze, yan jî ew pereyên van vêrgiyên mezin dê bi kû ve herin, û şêwazek zelal û açiq ji wergirtin û xistina wan vêrgiyan di sindoqa rêvebiriya herêmê de heye, yan jî wê herin berîkên serkêşên milîseyên berê, ji bo razîkirin û xweşbûna dilê wan?!

= Binpêkirinine din:

– Li şeva Înê 12.09.2025an. Z, du dizên serûgirtî mala Hemwelatî “Mistefa Hemîd Hesen /36/sal” ji Gundê “Hesen” – Reco ji bo dizînê basmîş kiririn, û dest bi dijatiya li ser herdu hevjînan kirin, lê xwediyê malê pevçûna wan bi destan kir û ew neçar kirin ku birevin.

– Li şeva Sêşemê 30.09.2025an. Z, giropeke çekdar bi cilên El’emin El’am/Asayêşa Giştî mala Hemwelatî “Xoce Hisên Xorşîd” li Gundê “Kora” – N. Cindirêsê badmîş kir, û bi hêza çekan endamên malê daxistin ser çogan, lê piştî ku cîran pê hesiyan û li dor malê tevgeriyan, giropa çekdar reviya.

– Li dawiya Rezbera/Êlûna borî, giropeke çekdar ji endamên “Ebo Kasêr” – Milîseyên “Firqit El’hemzat” rabû Hemwrlatî “Mihemed Mihemed Horo” ji xelkê Gundê “Qorta” – N. Bilbilê revand, ji ber berefkirina wî zeytûna ji zeviyeke xwe, û çar çiwal (dora 360KG) zeytûnên kesk/hişîn jê birin, û ji bo berdanê jî di heman rojê de hezar dolar wek vêrgî li ser da ferzkirin;  “Horo” jî giliyek pêşkêşî El’emin El’am kir, lê bê fêde bû, û bi ser de jî gefin nû ji giropa “Ebo Kasêr” jê re hatin.

– Li 07.10.2025an. Z, dizine rûpeçinandî matoreke dutekerî ye Hemwelatî “Mihemed Beşîr Hiso/Malbata Xezal” ji hewşa malê li Bajaroka “Kefersefrê” – Cindirêsê dizîn.

– Di navboriya hefta borî de, li Gundê “Çeqelê Cûmê” – Cindirêsê, dizine çekdar matoreke duloqî ye herdu kurên Dilovanber “Ebid El’rehman Cimê” dizîn; Û li 09.10.2025an. Z jî, li dema çûndina wan bo Efrînê da ku giliyekî ji bo dizînê pêşkêş bikin, û sekinandina wan li çateriya Gundê “Enderiyê”, giropeke çekdar bi makînak bi navê El’emin El’am hat, ew revandin û matora wan a dudiyê jî dizîn, û ew li nêzîk Gundê “Keferzîtê” yê hevcîwar berdan.

– Bermaya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li Gundên “Sindiyankê, Çeqelê Cûmê, Bircikê, Qîlê, Miskê Jorin û Miskê Jêrin” li Navça Cindirêsê, zeviyên zeytûna û malan radestî xwediyên wan ên vegerîne nakin, ta ku bi behaneyên têvel vêrgiyên diravî ji wan wernegirin, û anîndeyên sivîl ên ji wan gundan derketine jî, hemî heyîn, derî û pencereyên malên ku bêtirî heyşt salan dest danîbûn ser dizîn.

– Ji berî dora deh rojan, bermayên Milîseyên “Firqit El’hemzat” rabûn rêbendeke çekdar li çateriya herdu Gundên “Hesen û Qude” çêkirin, da ku hemwemelatiyan tengas bikin û li dema werza zeytûna vêrgiyan li ser wan bidin ferzkirin.

– Di navboriya hefta borî de, giropek jin, ên negîhayî û zarokên anîndeyên çadirgeha di navbera Gundê “Turindê” û Taxa Eşrefiyê li Bajarê Efrînê de diyar bû, ku çawa ew zêtûna ji zeviyên Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa yê hevcîwar rolinîvro didizin, bê ku xwediyên wan wêribin li pêṣiya wan bisekinin û nehêlibin dizîn çêbibe, ji tirsa ku ew rastî tuhmetên çêkirî netên; Û dema çûna yekî ji wan bo rêbenda El’emin El’am ji bo agahdarkirinê, endamên rêbendê gotin ew destêwerdanê di tiştekî weha de nakin, û taybet jî diz jin in.

Danûsitandin bi dozên herêmê re bi nêrîneke ewlehî, xemsarî di çareserkirina wan de, û berdewambûna talankirina malmewdanên hemwelatiyên wê, digel gelek binpêkirinan jî, hewildanên hêminiyê li welêt beravêtî dikin, û berpirsiyartiya wê jî “Hikometa Serok Ehmed El’şer’i” hildigire.

11.10.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Fetah Elî Mûse” yê dijatî li ser hatiye kirin.

“Mihemed Cangîr Dîko” yê ku dijatî li ser hatiyê kirin.

Giştînama rêvebiriya Herêma Efrînê li ser daxwazkirin û vegerandina çi malmewdenekî be li Efrînê.

Giştînama rêvebiriya Herêma Efrînê ji bo girîngiya wergirtina rêdanka berefkirin an bûdekirin/kesixandina zeytûna ji ba mixtêr/keyê.

Civîna cîgirê Parêzvanê Heleb “Ebid El’rehman Selamê” li Efrînê, li 23.09.2025an. Z.

—————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-330-11-10-2025 – PDF

Related Articles

Back to top button