Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (327): Dijatiya li ser sivîlina, pênc gundên koçberkirî û qedexekirî li ser xelkê wê, hin girtin û yên çarenûs nediyar, şewatên daristanên îhracê, şelandin û dizîn

Ji nû ve bi navkirina piraniya serokên encûmenên xwecihî yên berê li Herêma Efrînê weke serokên şarederiyan, bi ser de jî hîştina piraniya endam û karmendên wan encûmenan di cihên wan de, mîna tevlêkirina piraniya endamên Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ya berê û çekdarin din di nav Amûra “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” de (ew govdeyên ku berê girêdayî Dagîrkeriya Turkiyê bûn), û ew jî di çarçewa pilana girêdana dezgehên herêmê bi Parêzgeha Heleb ve, digel berdewambûna karê Milîseya “Asayêşa Sivîl” û movikên ewlehiyê di nav bermaya Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de, û girêdana wan jî bi Istîxbaratên Turkiyê re (yên ku ta niha doseya ewlehiyê kontirol dikin), û herweha jî bi sedema mandina bargehên leşkerî yên Turkiyê û qedexekirina vegera xelkê pênc gundan bo cî û warên wan, û neberdana “Wîlayeta Hetayê ya Turkiyê” ji rêbertiya herêmê ji sala 2018an. Z ve bi awakî fermî…Ev  bûyînên tekezbûyî nîşanên berdewamkirina Turkiyê ji dagîrkirina herêmê re ne, û herweha jî kendkirina wê ji cîbicîkirina hevpeymana El’şer’i – Ebdî û peydakirina jîngeheke aram ji bo vegera koçberên wê re.

Ev jî bûyînin li ser rewşên serwerkirî ne:

= Birînkirina sivîlekî bi qurşînê:

Li êvara Înê 01.08.2025an. Z, li gor jêderine ragihandinî yen xwecihî, anîndeyekî ji Bajaroka “Ebo Dihor” – Gundewarê Idlibê ya Başûr Rojhilat bi navê “Mazên El’mehmûd”

qurşîn avêtin Hemwelatî “Gîvara Ehmed Hesen /30/sal” ji xelkê Gundê “Coqê” (yê girêdayî Navenda Efrînê), di dîkana wî de li gund, û bi kûranî birîndar kir, nemaze jî di lingê wî yê rastê de, ji ber wê jî hate xwestin ku bo “Nexweşxana Sûrî ya pisporî” li Efrînê were rêkirin, û li dawiyê jî tewankar reviya; Ew jî ji ber daxwazkirina “Gîvara” bi dênên dîkana xwe yên li ser “Mazên” kombûne, û rawestandina firotina wî bi dên.

= Dijatiya li ser sivîlan:

Li 08.07.2025an. Z, dema valakirina sîtêra avê ya li dû direktora wî ya çandiniyê ji maleke li paş avahiya “Rêbertiya Asayêşê” re li Bajaroka Reco, Ajovan “Zekeriye Elî Hemkî /28/sal” ji xelkê Gundê “Etmana” – N. Reco tûşî lêxistineke mekin û avêtina fîşekan ji dabancakê bû, li ser destê sê xortên çekdar ji anîndeyan, û di encamê de hejmarek parsiyên wî şikiyan û govdeyê wî jî bi hin ciyan derizî, û ew jî bi behaneyeke çêkirî, û bûyer bê lêpirsîna dijkeran an jî sekinandina wan derbas bû.

Li êvara 10.07.2025an. Z, li dema vegera wî ji erdê xwe yê li rex “Kaniya Batmanê” – Çemê Reş, li rex çateriya Gundê “Kumreşê” li ser riya Reco, sê çekdarên serçavgirtî bi cilên “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” û li ser matoreke dutekerî rê li pêş Hemwelatî “Mihemed Şêxmûs Yûsêf /40/sal” ji xelkê Gundê “Etmana” – N. Reco girtin, û qurşîn bi kilaşinkovê di nav lingan re avêtin, sekinandin û mekin lêxistin, matora wî ya duloqî û xilyewîk û tibabeke diravî jê dizîn, û paşê jî reviyan. Û “Şêxmûs” giliyek pêşkêşî ” El’emin El’am”kir, lê bê encam bû.

Li şeva 12.07.2025an. Z, du diz ketin mala Hemwelatî “Mihemed Qedîb El’ban kurê Elî /30/sal” (ê ku li kêlek bira û xwîşka xwe razayî) li Bajaroka Reco, û “Mihemed” hişyar bû û bi herdu dizan re pevçûn kir, û di encamê de kêrek di destê wî de lêket û govde bi hin ciyan derizî, û li dawiyê diz reviyan.

Li 13.07.2025an. Z, anîndeyin ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” rabûn li Bajaroka Şiyê li Temenmezin “Reşîd Mihemed Çolaq /60/sal” xistin û ji rûmeta wî daxistin, ji ber ku wî dênên dîkana xwe yên li ser yekî ji wan kombûne xwestin, ewê ku razî nedibû bide.

Li êvara 22.07.2025an. Z, li nêzîk çateriya Gundê “Eltaniya”, li dema vegera wî ji Gundê “Bilêlko” (yê hevcîwar ji gundê wî “Memala” re li Navça Reco), çekdarina bi cilên “El’emin El’am” û li ser matoreke dutekerî Hemwelatî “Mehmûd Elî Isma’îl /45/sal” sekinandin, piştî ku fîşek di derdorê re avêtin, û ew û zarokê wî neçar kirin ku derbas daristaneke îhracê bibin, ew girêdan û mekin lêxistin, matora wî ya duloqî û xilyewîk û tibabeke diravî jê dizîn, û paşê jî reviyan.

Li êvara 24.07.2025an. Z, du çekdaran bi navê “El’emin El’am” li ser matorekê rabûn Xort “Nîzar Mihemed Êhmo /20/sal” ji xelkê Gundê “Çeqmaqa” – Navça Reco sekinandin, di navêna herdu çateriyên Gundên “Çeqmaqa” û “Çençeliya” de, li dema çûndina wî bo rezê xwe ji bo payandinê, û fîşek avêtin derdorê û bi qundaqê lêxistin, û matora wî ya dutekerî û çekeke awê û xilyewîk û tibabeke diravî jê dizîn, û paşê jî reviyan.

= Pênc gundên koçberbûyî:

Di navboriya herdu rojên borî de, rûpelên hevgîhana civakî pêşberîkek/me’irodek bi navê “keyayê Gundê Basilê – Mihemed Hesen Miqdad” -ew li Bajarê Efrînê rûdine- û bi dîrok 13.07.2025 Z belav kirin – me rastiya wê tekez kir, ew pêşberîk ji “birêzên têkildar bi wê mijarê  û yên kanin alîkariyê bikin” re hatibû rêkirin, û tê de zehmetkêşiyên xelkê gund ên ji sala 2018an. Z ve koçberbûyî û ta niha li nav gundên derdorê û herdu Bajarên Efrîn û Heleb û yên din mişextbûyî tê şirovekirin, bi sedema hebûna Artêşa Turkiyê tê de, û herweha ew çend carên ku ji hewildanên vegera gund hatine qedexekirin, di heman dema ku bi rengekî bêwijdan pez di nav erdên wan de têne çêrandin, herweha ew ji belengaziyê dinalin û bê cî û war in, û li gund jî xerabûn û bendên axî û bombe hene; Û mixtêr bangewaziya dîtina çareseriyekê ji vegera xelkê gund re, û jiholêrakirina bombeyan ji nav gund û erdên wê de ragihand.

Û li 01.08.2025an. Z, rêvebirê ragihandinê ya rêbertiya Herêma Efrînê ya niha got: “Ji heft salan ve, xelkê Gundên Basilê, Çê, Derwîş û Şêxorzê Jor, ji ber hebûna Bargehên Turkiyê tê de nikanin vegerin malên xwe, û bi ser wan daxwazên dubarekirî yên çareserkirinê, dîsa jî ev gund li pêş xelkê wan girtî man. Îro, û bi şopandinek yekser ji rêvebirê herêmê birêz Mesûd Betal ve, em tekez dikin ku ev dose li ser riya çareserkirinê ye, û bi ya Xwedê nêzîk dê xelkê wan gundan vegerin gundên xwe”.

Û me jî di dehan raporên ku di van heft salan de belavkirî weha nivîsandibû: “Artêşa Turkiyê bû sedema koçbarkirina tevaya nişteciyên pênc gundan, û ji dagîrkirinê ve li Avdara 2018an. Z û ta niha vegera xelkê wan gundan qedexe dike, û ew gund ev in: (“Basilê” û “Cilbirê û çandingehên pê ve girêdayî” li Çiyayê Lêlûn, “Dêrwîş” û “Çê” li Navça Reco, “Şêxorzê Jorin” li Navça Bilbilê), û ev pirose tewaneke li dijî mirovahiyê ye, û ji Zagona Navdewletî ya Mirovahî re berevajîkirineke bi robet e”.

= Girtinine tewşankî:

Di navboriya heyva Pûşperê ya borî de, hejmarek xelkê Efrînê yên ji bêtirî heft salan ve girtî û zorane veşartî ji hepsên Dagîrkeriya Turkiyê derketin, çi bi revê tevlî hinek din ji herdu hepsên Bajarokên “Çobanbegê/El’ra’î” û “Mari’ê”, piştî basmîşkirina wan ji aliyê giropin çekdar û hin kesan ve, li piştî roxandina Rijîma “El’esed”, an piştî pêşkêşkirina wan bo dadgehin rûcesneyî ji bo girtina doseyên wan, an jî piştî dawîbûna cezayên wan di hepsên Turkiyê de, ji wan: “Newaf Welîd Elo /35/sal ji Gundê Dumiliya – Reco, Doxan Mûrad Îsma’îl /30/sal ji Gundê Hebo – Navça Mabeta, Îsma’îl Mihemed Hemreşo /27/sal ji Gundê Kaxrê – N. Mabeta, Bekir Ebdîn Hebeş /35/sal ji Bajaroka Be’idîna – N. Reco”.

Lê, ta niha bi dehan ger em nebêjin bi sedan -tu serjimareke hûrgulîn peyda nabe- çarenûsa wan nediyar e, jê: “Ehmed Mehmûd Hemo/Ebo Cebel /40/sal ji Gundê Dumiliya – N. Reco, Xelîl Ebdîn Hebeş /45/sal ji Bajaroka Be’idîna – N. Reco, Fewzî Hemîd Hemze – zayîna 1976. Z ji Gundê Goliya Jêrin – N. Reco, Hemze Şe’iban Ibrahîm – Zayîna 1992. Z û xwîşka wî Asiye ji zayîna 2002. Z ji Gundê Xelîlaka – Navça Bilbilê, Ehmed Şêxo kurê Seydo /28/sal ji Gundê Kêla – N. Bilbilê, Nûrî Îbrahîm Cabo /43/sal ji Gundê Qirigolê – N. Bilbilê, Riyad Arêf Cabo /45/sal ji Gundê Kaxrê – N. Mabeta”.

Û ta niha girtiyin Kurd di Hepsa Maratê ya navendî de li Efrînê bi tewana têkildariyê bi “Partiya Yekîtî ya Demokrat PYD” re hene, ji wan: (“Mihemed Ehmed Seyid, Mihemed Mistefa Binefşê” ji xelkê Bajaroka Celemê – Navça Cindirêsê, “Ednan Ebid El’rehman” ji Gundê Keferzîtê – Navça Navenda Efrînê).

Û hinek ji koçberên Efrînê li dema êrişa bi ser “Herêma El’şehba” ve – Gundewarê Heleb a Bakur an jî li dema vegera hinek ji wan bo herêmê hatin girtin, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve, û bo hepsên Ezaz, Mari’ê û Çobanbegê/El’ra’î hatin şandin, û çarenûsa wan nediyar e.

Û li 09.07.2025an. Z, giropeke ji Istîxbaratên Turkiyê û Milîseya “Asayêşa Sivîl li Mabeta – El’siyasiyê” rabûn Hemwelatî “Heyder Seydo kurê Bekir /63/sal” ji mala wî li Gundê “Şêxûtka” tevî kurê wî (yê ku piştî çar rojan hatiye berdan) girtin, û ta niha “Heyder” bêsûc girtî ye, û ew berê jî carekê hatibû girtin.

Û li 09.07.2025an. Z, Asayêşa Giştî/El’emin El’am Hemwelatî “Hesen Isma’îl Ehmed /48/sal” ji xelkê Gundê “Memala” – N. Reco girt, û ew radestî bermaya Milîseya “Asayêşa Leşkerî” ya girêdayî Istîxbaratên Turkiyê kir, bi sedema derketina wî ji Hepsa “Mari’ê” li dema basmîşkirina hepsê ji aliyê xelkê bajarokê ve, piştî roxandina rijîmê, û ew bêtirî sal û nîvekê tê de girtî bû, piştî derkirina wî û malabatê ya zorane ji Turkiyê, û ta niha ew bêsûcane girtî ye.

= Şewatên daristanên îhracê:

Ji ber kombûna bermaya darên îhracê ya pir û yên ku di navboriya salên borî de, ji aliyê milîseyên Dagîrkeriya Turkiyê ve hatine qutkirin, li 23.07.2025an z, agirek mezin bi daristaneke di navbera herdu Gundên “Erendê û Tirmûşa” de – Navça Şiyê ket, û rûbereke fere daqultand; Û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” tekez kir, ku tîpên wê bi hevkariya çalakiyên xwecihî û xelkê kanîn piştî /18/katan ji kar vemirandana.

Û “Berevaniya Sivîl a Sûrî” dîsa tekez kir, ku tîpên wê li roja Yekşemê 20.07.2025an. Z, şewatek li Çayê Gundê “Hechesna” – N. Cindirêsê jî vemirandin.

= Binpêkirinine din:

– Dora deh malabatan ji bermaya çekdarên Milîseyên “Ceyş El’nuxbe” li Gundê “Şêxûtka” – N. Mabeta hene, ew venagerin herêmên xwe yên resen, razî nabin ku malên malbatên vegerîne gund radestî wan bikin, xelkê gund aciz dikin, û aşkere dibêjin piştî ku ew werza zeytûna ya were têra xwe bi dest bixin paşê ewê biçin; Ji wan “El’eqîd Ebo Cum’e“.

– Li vê dawiyê, berî barkirina hejmarek ji malbatên anîndeyan bo herêmên xwe yên resen, wan tevahiya tişmiştên malên van hemwelatiyan “Henîf Mihemed Kurdî, Henîf Horo, Wehîd Mihemed Umer, Xelîl Umer” li Gundê”Me’imila” – N. Reco (yên ji sala 2018an. Z ve desteserkirî) dizîn û talan kirin.

– Li 24.07.2025an. Z, giropeke çekdar rabû giropeke zayenda elektirîkê ji mala Duktor “Adêl Zênel” li Gundê “Tilifê” (yê girêdayî Navenda Bajarê Efrînê) dizî.

Nesipîkirina hepsan ji girtiyên siyasî û bi tuhmetên têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, û ne aşkerekirina çarenûsa yên zorane veşartî ji keç û lawên Efrînê ji bêtirî heft salan ve, tersî karê “destlata demkî ya guhêzek” yê ku bi hepsên din re kiriye, û herweha tersî ragihandina wê ji vekirina rûpeleke niştîmanî ye nû re ye, û ji Zagona Navdewletî ya Mirovahî re berevajîkirineke bi robet e.

02.08.2025. Z – 2637. K

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Yên dijayetî li ser wan hatiye kirin: “Zekeriye Elî Hemkî, Mihemed Şêxmûs Yûsêf, Mihemed Qedîb El’ban kurê Elî, Reşîd Mihemed Çolaq, Mehmûd Elî Isma’îl, Nîzar Mihemed Êhmo”.

Pêşberîka keyayê Gundê “Basilê” Mihemed Hesen Miqdad.

Girtiyên çarenûsa wan nediyar: “Ehmed Mehmûd Hemo, Xelîl Ebdîn Hebeş, Fewzî Hemîd Hemzê, Hemzê Şe’iban Ibrahîm, Asiye Şe’iban Ibrahîm, Ehmed Şêxo kurê Seydo, Nûrî Ibrahîm Cabo, Riyad Arêf Cabo”.

Şewata daristaneke îhracê li çiyayê Gundê “Erendê” li Navça Şiyê.

———-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-327-02-08-2025-PDF

Related Articles

Back to top button